Gera başûrê Kurdistanê
Xeleka Yekemîn
Penaberên Binxetê li qampê Muqubil

Muqubl,wargehê penaberên başûrê rojavaye,li başûrê kurdistanê, di keve nêzîkî bajarê Sêmilê herema Dihokê,ev penaberên ku ji ber zilim û zora behsiyên sûrî reviyane başûrê kurdistanê,
nêzîka sed û şêst malîne,ev sê salin ku ew di bin çadiran de dijîn.
Ev sêsalin dibin gelek zor û cefayan de jiyana xwe derbas dikin ,lê tiştê ku wan li ser lingan dihêle kurdistana azade û ala azadiyê ye.
Zarokên binxetê hînî fedakariyê bûne û di dilê wan de kurdistaneke mezin heye û ji bo wê gelek cangorî dane ,li kur şoreş destpêbike ew di pêşenga şoreşê dene zarokên binxetê.
Hekûmeta herema Kurdistanê ji bo wan heştê û çar xanî avakirine û hîn jî ji awan re avadike,
gava em li wir bûn li ser roja bû ku herin xaniyên xwe yên nû,vê jî dilxweşiyeke mezin bi wanre çêdikir.

Muqubil sembola berxwedanvana 12 ê avdarêye,
li vir zarokên 12 ê avdarê mezin dibin û di êvarên kurdistanê de helbesta jiyanê dixwînin
û sirîda berxwedanê di qîrin.
Li ber tembûra bavê ronî govenda 12 ê avdarê û awaza hebûneke riç li ser perdeyên tembûra qamişlo digerînin.
Li ber dengê bavê ronî yê ku ji sînga qamislo şîrê rûmetê mêtiye,
ew dengê qerar yê ku êş û azarên Muqublê tîne ziman û govenda evîna binxetê digerîne,
li ber awazên koma qamişlo kulîkên başûrê dil dîlanê dikin.
Koma qamişlo ya ku ji xort û keçên 12 ê avadarê avabuye,dengê binxeta birîndara li başûr.

Şêrzad ev xortê ku di sînga amûdê de mezin buye û ji dibistana hunera amûdê şîr mêtiye,
tembûra 12 ê avdarê li muqubilê çêkir,bi tilîkên xwe yên zêrîn,tabloyên jiyanê diafirînê,
Şêrzad nîşana zîrekiya xortên binxetêye li kampa Muqublê.
Rûyarê Tirbespî,ev dilê ku helbest û awaza 12 ê avdarê afirand ,
pênûseke wêrek û helbesteke bi hest û evîneke mezin diyarî binxeta berxwedan û serhildanê dike.
Lawikê Hecî,binxeta birîndar bi helbest û pênûsa xwe melhem dike,di ser kaniya dilê wî de hunera pênûsa binxetê mezin dibe,pênûseke jîre li ser rûpelên binxetê.
Ahmed Sîno,dilekî mezin ji bo kurdistaneke mezin lêdixe,evîneke mezin ji rûbarên dirbêsiyê diherike zeviyên serhildanê.
Ahmed Sîno ev ciwanê ser sipî,ev dilê mezin,ev mêvanperwerê kurd,govenda tiliyan li ser derbuka binxetê digerîne,bi salan bi huneremendên navdar yên benxetê re buye hevalê awazên binxetê di rêtima kurdî de mamosteyekî jîre.
Ahmedê biçûk û 6 hevalên xwe berî demkê berê xwedabûn helbça birîndar û serdana gora nemir Mustafa Berzanî.
Bi vê meşê hiskirina ciwanên binxetê diyarî başûrê kurdistanê kirin
û ala hizkirin û fedekariya xortên 12 ê avdarê li başûrê Kurdistanê hildan.
Kurdên Muqublê tev kesên hêja û wêrikê binxeta birîndarin,yên ku zilm û zora behsiyan nebijrandin û serî neçemandin li hember neyarên azadiya xwe,îro ew dibin ala kurdistana azad de dijîn û ji dara azadiya kurdistanê tamdikin.
Bera li min biburînin ger min navê wen tevan nenivîsîbe,ew tev di dilê min de Ahmed û Rûyar û lawikê hecîne,li dîwana dilê xebatê ku wan tevan hizdike rûniştîne.
Min û hunermendê me yê deng xweş Zubêr Salih li kampa Muqublê şeveke hunerî ji bo xwîniyên binxetê çêkir,bi helbest û stranên xwe,me ew hinekî li kolanên binxeta birîndar gerandin.
Bi xwendina helbest û stranan,hêviya me bû ku,kenkî biçûk,diyarî zarokan 12 avdarê bikin,şahiyek biçûk jî be di dilê wan de rayêxin.
Bi hatina hunermenda navdar Gulbuhar moraleki mezin da me û zarokên kampa Muqublê, bêgoman hinek ji rayedarê heremê jî di ahenga muqublê de amedebûn.
Di dawiyê de ez hêvîdarim ji hemî hunermend,rewşenbîr û siyasetmedarên binxetê ku van lehengên 12 ê avdarê ji bîrnekin,
carcarna serdan
carcarna aheng û piştgiriya xwe ji wanre diyarbikin.
Bi gotineke xweş,
stranek xweş,
silavek xweş,
hûn dikarin dilên wan zarokên serhildanê şabikin,
serkeftinê ji xwîniyên kamba Muqublê re hêvîdikim.
Ger ber dewame………
Her şad û bextewar bimînin heya xeleka bê.
Xebat Şakir
01.11.2007 Elmanya Oldenburg
Gera Kurdistanê xeleka duwemîn
Gera li nav Êzîdiyên herma Şêxan li başûrê Kurdistanê

Roja duemîn ji gera me li başûrê kurdistanê,me berê xwe da lalişa nûranî,
cihê ku bi hezarên salan li ser linga di xizmeta çand û hunera kurdî de zindî maye,
cihê ku rê û rismên êzdayetî û kurdayetiyê di dilê xwe de parastiye,
ew geliyê ku bi hezarên salan duha,qewil û lavijên kurdî di dilê xwe da parastiye,
ev cihê pîroz,yê ku her şev cirayên kurdî pêdxe û duhayê kurdî dixwîne.
Berî ku em derbasî geliyê lalişê bibin li ser destê rastê di navbera Şêxan û Lalişê de cihek heye jêre dibêjin neh darê,ew bi xwe niha sê darên şînin li keviya rê,dibêjin ew berê neh darbûn her şeş darên din hatine birîn kê birîne,çawa hatine birîn,çîroka wê ne zelale.
Di destpêka geliyê laliş de,li ser destê çepê,xaniyekî kevnar di navbera çem û rê de heye,
ji vî xanî re dibêjin Xanaêzî em ji terembêla xwe peya bûn û daketin jêr,
min pir dixwest ez derbasî nava Xanaêzî bibim û lê binerim ka çi di nava wê de heye,
lê mixabin derî û pencereyên wê bi keviran hatine girtin me nikarîbû hundirê Xanaêzî bibînin,lê ji dervê wê xweya dike,ku xaneke gelkî kevnare.
Em henekî din ber bi lalişê ve çûn hem sehwekê û hem jî kêfxweşiyekê ez girtim,ev cihê ku di dilê min de mabû hisret,ew xewna ku ez li ser dijiyam wê bibe rastî û cihê ku bav û bapîrên me ji bo wê serê xwedan û bi xwîna xwe parastin nêzîk dibe.
Cihê ku min tenê wêneyên wê dîtine,hêdî ezê wê bi çavên xwe bibînim û çavên xwe bi dîtina wê û guhê xwe ji duha û lavijên hezarên salan têrbikim û bi qurtekê ji ava kaniya sipî pê hinavê xwe hênik bikim.
Gava ez li ber piraselatê (pira eniz) daketim,hinekî ez ketim xeyalan û di ber çavên minre weke kurete filîmekî ferman û êrîşên li ser lalişê û berxwedanên gelê me yên ku laliş bi xwîna xwe parastine derbas bûn,
di guhê min de holhola bav û bapîrên me bilind dibû û digotin ev lalişe,ev xîrete werin hola û hola di cenga xîretê de hole.
Li raserî geliyê laliş gava meriv li jêra xwe dinere,tabloyeke hevgirtî ji rengan li ber çavên meriv çêdibe û xweşikî û delaliya wan quban romansiyetekê li ba merivan diafirîne,ew darên zeytûna yên ku ji duhnê wan her êvar çirayên lalişê vêdikevin ew duhnê ku ji sedê salan hîn û hîn di hinavê lalişê de li dîwana şêxûbekir veşartî dimînin.
Li Lalişê odeya wêneyên şehîda bi sedan wêne hene wêneyên komkujya gir izêr û sîba şêx xidirî jî tê de dihatin dîtin.
Li hêleke din gora Mehmûd Êzîdî ku ew şehîdekî bi nav û denge li başûrê kurdistanê, Êzidiyên li wir pir qala destanên wî li hember rêcîma behsiyan dikin.
Deriyê Lalişê yê ku min di wêneyan de dîtibû,hêdî ezê bi cavên xwe bibînim,
dergehekî fereh û li ser destê rastê marekî reş heye û li hewşa wê dareke pir mezin û kevnar heye ew hewş camerekî ji bakurê kurdistanê bi xêra xwe kevir kirye,berî meriv bighê ber derî li ser destê çepê,dîwana bavê şêx heye,di wextê mersîmên olî de Bavêşêx li wir rûdinê.
Bavêşêx mirovekî xwedî bandore di nav êzîdiyan de,gotina wî pir tê guhdar kirin,cil û bergên wî tev kurdîne û ji rengê sipîne,piştî me gera xwe ya lalişê qedand,me rêya xwe bi Bavêşêx
xist û me hinekî li duha û dîtinên wî guhdarî kir,
ew li ser tifaq û tebaya kurdan û bi taybetî jî ya êzîdiyan axifî û her wiha gelek duha ji bo parastina vê olê û serkeftina miletê kurd kirin,
em dîse vegerin lalişê.
Di deriyikî teng û biçûre meriv derbasî mixarakê dibe pêwiste miriv xwe bitewînê heya ku meriv derbas be,
Di nava mixarê de cihukek diherike tenê sê mitra tu avê dibînî û piştire winda dibe,
jêre dibêjin ava zimzim,li ber derî li destê çepê kesên ku pişta wan dêşe pêwiste sê caran pişta xwe lêxin,dibêjin dermanê piştêye û êşa piştê radike,
di nava avê re divê tu pêxwas bimeşî û bi destên xwe avê bavêjî qerexê cuhikê û ji xwere duha bikî,li wir jêre dibêjin sela.
Berî ku meriv derbasî dîwana Şêxûbekir bibe pêwiste meriv gora şîxadî ziyaret bike û
li dora gora Şîxadî sê caran bigere,li ser gorê qumaşê atles heye rengê kurdîne û li wir kesên hêviyên wî/wê hebin dikare girêkekê li wî atlesî ji xwere girê bide.
Laliş
dîrokeke zindiye,
laliş
paratina rê û rismên kurdiye,
laliş
dilê kurdistane ava zimzim û kaniya sipiye,
mala Şîxadiye dikarî bixêr lalişa nuraniye.
Piştî gera me li lalişê û vexwarina ava kaniya sipî û xawrina li dîwana micêwrê lalişê û ziyareta xefurê rêya,me berê xwe da Dehoka Dasina ev bajarê ku sirûda azadiyê lê bilind dibe dinav cil û bergê kurdewariyê de mezin dibe,warê rewşenbîr û hunermendan,bajarê ku bilez û bez avadibe.
Em bûn mêvanê bingha laliş ya rewsenbirî ku ew bi fermî li gor zagonên kurdistanê kar û xizmetên rewsenbîrî di derbarê ola êzîdiyan de dike.
endamên wê tev kesên jîrekên êzîdiyane,xwendevanin,ekadimîne yên ku bi rastî dikarin bi zanistî kar û xizmetê ji bo vê ola kevnar bikin.
Em ji hêla birêz serokê bingeha laliş birêz Pîr Xidir Silêman û komîta rewsenbîrî ve,bi dil,germî hatin pêşwazî kirin,
di nava bingihê de moziyomeke jiyana êzîdiyan heye ku ji cil û berg û tabloyên jiyana êzîdiyan pêk tê.
Beşê erşîfê gelek dokomentên li ser rê û rismên êzîdiyan weke lêkolîn,wêne û vîdiyo dinav de hatine civandin,kovar rojname û pirtûkên li ser vê ola kevnar li wir peydedibin.
Misafirxana:ev cihê ku karê bidehan mêvana hembêz bike,cihekî ferehe mîna dilê komîta rewsenbîrî li hember mêvana.
Salona ku xebatên civakî lê tên li darxistin her roj bi dehan xort li dora bîlardo dicivin
geh li dora masê rûdinin û li ser pirsgirêkên jiyanê diaxifin û geh dikevin pêşbirka bîlardo,
hemî semîner û ahengên ku bingeh pê radibe mîna salvegera binghê semînerên ji bo mêvanan li wir çêdibin.
Pêwiste meriv wan fedekarê ku bi şev û rojê xizmetê dikin û nobedarên bingeha lalişin jibîrnekê,ew hem bi dilekî ferh û hem jî ,ji dil xizmetê dikin.
Li gundê xanikê berî ku ez herim bingha laliş ku li wir minê şeveke helbestê çêbikra min rêya xwe bi ziyareta mem şevan xist nêzî kîlometerekê ji xanikê dure ev ziyaret li ser girekî biçûk dimîne û di bin wê re gundê pîraye hem goristana û hem ziyaretegeheke pîroze,
li wir milet ji goristanre dibêjin (zehman).
Şaxên bingehê li herderê ku êzîdî lê dijîn hene lê yê min karîbû ez wan ziyaret bikim di vî wextê kin de ev bûn,
bingeha laliş ya Baedrê,
bingeha laliş ya Xetarê,
bingeha laliş ya Xanikê bûn,
li komelgehên Xanik û xetarê min şevên xwendina helbestê çêkirin min pir dixwest ku wextê min hîn dirêjtir bûye û min li herderê ku êzîdî lê dijin şevên helbestê cêbikra,
lê gotineke pêşyan li wir hat bîra min ya ku dibêje ger tu dizbî şevreş zehvin ez hêvîdarim ku kurdistana me parastî bimîne heta hetayê ji bo her kurdek çavên xwe bi dîtina wê kil bike û dilê xwe bi hebûnê wê germ bike û di guhê her kesî de sirûda azadiyê bilind bibe û ev tifaq û tebayî ya gelê me ebdî bimîne.
Ger berdewame……..
Heya xeleka bê Şad û bextewar bimînin
Xebat Şakir
07.11.2007 Oldenburg / Elmanya
Gera Başûrê Kurdistanê xeleka sêyemîn
Çiyayê Gara û Qendîl

Di nav xewin û xeyalên dîtina kurdistana azad de, me 15 ê meha dehan katijmêr 24:00 ji balefirgeha frankfortê me berê xwe da warê hêviyan,welatê ku melyonên şehîdan canê xwe fedayî xaka wê kirine,welatê 184000 anfaliyan,welatê ku bi hembêzkirina lalişê şadibe, welatê ku dibin bihazaran êrîş û jênosîdan re derbasbuye û vaye îro nû çavên xwe li jiyanê vedike,welatê ku dibin xerdelê de biriştî ma.
Welatê şêr û egîtan,welatê ku mirovatiyê lê çavê xwe vekiye û dîroka ku di şekefta şanederê de hîn li ser lingaye.
Em li nîvê dilê kurdistanê peyabûn li hewlêra payîtext,paytexta hêviyan,ya ku lê ala rengîn li ba dibe,ya ku kurdî lê şîndibe,hewlêra dibin gefên kemaliyan de yên ku bêhna buhara wêkirine û di rûxandina bircên wê de birikin,wan kemalistên ku nehiştin kurd di ser ezmanê wê re jî bifirin,ewên ku mîna gayê spanya ku ji paçikên sor acizin,ew bikîna wan ga ji rengên kurdî acizin û li herderê êrîşî kurd û kurdîtiyê dikin.
.
Me ji Hewlêrê berê xwe da warê mîrê kor,koy inceq,mîrê kor yê ku bi êrîşeke kor hat ser çiyayê şingalê,yê ku bû şûrê îslamê li dijî kirasê sipî,em li jora koyî sinceq rawestiyan û min lê nerî û holhola bav û bapîrên me di guhê min de bilind dibû,di dilê min de qîrînek mezin bilin dibû û diqîriya û digot rabe ser xwe û me bibibîne mîro,em neviyên destanên çiyayê şingalê ne û bermayên fermanane û va kurdistan azade tu nemakarê bi min mîro,bi dengekî nazik vî bajarê xweşik û delal digote min mafê te heye tu hêrs bibî cilsipiyo,lê ji bîrneke ku min jiyan jî li vî gundî afrinad,netenê zilm û zor ji min rijya,her wiha min egîtek da kurdistan ku ala kurdistanê li badike navê wî mam celale û ewe yê ku dibin gefan de li bexdayê xîreta kurd diparêze,min ew bo we kir diyarî,mam Celalê mezin,mam Celalê tekoşer,van gotina hinekî dilê min rihet kir û şabûna azadiyê di dilê min de gur û mezintir kir.

Me rêya Sîngeserê şopand û berê xwe da hêlîna kurdan ya hezarê salan,dayika ku kurd hembêzkirin û tucara zarokên xwe nedan dest neyar û bêbextan,
ew dayika şervanaye,
dayika lehengaye
dayika Berzaniyê nemire,
ya qadiyê mezine,
ya şêx sehîdê rûsipiye,
ya pîrê mezin Sehîd Rizaye,
ew cihê ku mihemd şêxo li ser dinaliya,çiyayên kurdistanê ciyayê hêviyan çiyayê berxwedanê,çiyayê Qendilê,
hêlîna mêrxas û Egîtan,
hêlan buk û zeriyan,
hêlîna bêrîvan û bêrîtanan,
ew çiyayên ku li ser dilê neyaran buye kabûs.

Bi dîtina baz horiyên çiyan,dilê min mîna pirpirîka buharê firiya ber bi wan ve û dilkutên dil beziyan û ez di nava xeyalan de hatim hûnan û di nav pirsan de hatim pêçan,
çiyawo te çend bêrîvan û te çend Sebrî hembêz kirin?
te çend cara nemir Berzanî di sînga xwe de parast?
û çend hov hatin û çû û ti mayî qendîla kurdan?
tu mayî dayika bêrîtan?.
Ev zarokên tene û hêviyên mene,wan bi dibin mijulkên çavên xwe de biparêze,ji bo kenê terqiyayî ji ser lêvên zarokên amedê vegerînin,ji bo lîstkên zarokên dêrsimê ji bin potînan hovan derxînin,û dayikên mêrdînê di govendên zavan de bi lîlînin û xort û keçên botanê li ber gora şahê evînê rûnin û ji memê alan û zînêre çîroka evîna xwe bixwînin,wan biparêze çiyayên bilind.
Ew hêviyên mene,ew zarokên mene,ew hebûna mene,ew bira û xuşkên meine,wan biparêze.

Bi ken û silava keça efrînê re,ez hişyar bûm ji xewnên xwe,piştî silaveke gerim ji destekî nerim ez çûm civata zave û bûkên kurdistanê,bi hinek helbest û hinek stran di şahiya azadiyê de,em bi xwîneke gerim li çiya û baniyên qendîlê geriyan.
Ji wir me berê xwe da çiyê Gara ew çiyayên bi dar û ber û rûbar,
ew çiyayê ku di hembêza xwe de zarokên Qamişlo,Dêrik,serêkaniyê,tirbespiyê kuban û efrînê mezin dike,
ew bazên ku ji bo azadiya me bi stêrikanre şiyar dimînin û bi dar û beran re dikenin,
di nav lat û zinaran de digerin lê qet nawestin,
ewin yên ku ala azadiyê hildidin û turikê hêviyan hildigrin,li benda helbesteke xweş û straneke xweş li ser zinarên mezin dimînin,
ewin yên ku di dilên xwe de zarokên binxetê mezin dikin û li şîretên rêberan guhdar dikin,
ewin yên bo me bûn hêvî ,bo me bûn ronî,bo me bûn şahî, şervanên azadiyêne destanên zindî.

Ez çiqasî bêjim hindike li ber bejina zarokên binxetê û pênûsa min nikarê pesinê wan bidê,
ew tîrêjin,li dêmên welatê rojê,kehnîne ji bo vê xakê û rêwîne,rêwiyên azadiyê,
rojek wê bê ku ew ji sînga çiyan ber bi me ve werin û em bi hevre dîlana azadiyê bigerînin û gulan bi destên zarokên berxwedanê diyarî wan bikin,
hûn zarokên binxetêne,
hêviya bavê cûdîne,
rêhevalên fuad û şîlanêne,
hûn zarokên rojêne zarokên binxetê.
Ger berdewame…
Heta xelekeke din şad û bextewar bimînin
Xebat Şakir
08.11.2007 Oldenburg / Elmanya
Gera kurdistanê xeleka çaremîn
Herema Berzan

Me ji Dehoka dasina katjimêr 7 ê sibihê berê xwe da hêlîna Berzaniyê nemir,yê ku dara azadiyê çand û bi kaniya dilê xwe avada,ji bo azdiyeke bi şan û rûmet,bi salan di hembêza çiyan de ma.

Me berê xwe da xwezaya ku tu kes û tu pênûs nikare xweşkaya wê li gora bejna wê bîne ziman û binvîse,wan çiyayên ku bûn hêlana bi hazara pêşmergên qehreman,cihê ku şikefta
şanederê lê dimîne,ew şikefta ku mirovatiyê çavên xwe lê vekirye,
cihê ku zêremoka zerdeştiyan hîn li ser lingaye.
Me berê xwe da çiyayên ku bûn şahidê berxwedana her çar lehengên ku xwe kirin qurban ji bo dara azadiyê şîn bimîne û agirê şoreşê gur bimîne,yên ku berxwedan kirin ji bo em bijîn,
şer kirin ji bo şemala azadiyê pêketî bimîne,
canê xwe kirin dîwar li hember neyarên azadiya me û ji bo şoreş û rêberê şoreşê zindî bimînin, kolikên xwe bernedan li hember dahakên bexda,
li ser wê berxwedanê em niha ala azadiyê li ba dikin û gulên azadiyê diyarî hev dikin.
Berê me li dîtina wî miletê fedekare,yê ku nîvê bêhtir ji ber zilim û zora neyarên mirovatiyê ne li berzan hatine dinê,lê berzan di dil û ojdanê xwe de mezin kirine,ji wan bûn,heşt hezarê di sibeheke hov de bûn qurbana xaka pîroz bi destên dahakê bexda ,
ewin yên ku dibin enfalan re derbas bûn,lê man girêdayê xaka xwe.
Me berê xwe da cihê ku jê rubarê mezin û û rubarê biçûk diherke,
ew rûbarê ku bi sedê cara rengê xwe bi xwîna Berzaniyan guhert,
ew rûbarê ku bû şahidê gelek komkujiya û bû şahidê gelek destan û qehremaniya,
ew rûbarê ku hîn jî di ojdanê berzaniyan de di herike,
ewe yê ku di sînga geliyê berzan de sînfoniya jiyanê diafirîne.
Me berê xwe da dîtina latên bilind û zinarên asê,
yên ku bûn şahidê xwe kuştina gelek jinên berzaniyan ji bo namûs parastî bimîne,
ji bo destên hovan neghe hibiriya kurdî,
ji bo di çavên zarokên xwe de horî bimînin,bi kêfxweşî berê xwe dan mirinê,
ew jinên ku reseniya kurdan li ser zimanê zarokên pêşrojê parastin.
Me berê xwe da hêlîna dayika berzan,
ya ku kak Meshûd diyarê şoreşê kir û di dibistana şoreşa Mustafayê nemir de mezin kir,
ya ku bi şîrê rûmetê zaroka xwe mezin kir û di sînga çiyan de hêlîn çêkir.
Ew dayike,
ya ku îro kurdistan emanetî serokekî xewdî beryar,jîr û wêrek kir,
serokê kurd yê bi helwestên netewî hêlîna xwe di dilê her kurdî de çêkir,
ewe yê ku ji beryarên şifqeyê mirinê re got na û biratiya kurd mezin kir.
Milete ku îro tama azadiyê dizane û bi mijûlkên çavan kurdistanê diparêzin,
ew zarokin yên tim şiyar dimînin ji bo ala azadiyê bilind bimîne,
ewin yên parêzvanê namusa kurd dimînin,ji bo careke din hov venegerin.
Me berê xwe da gora Berzanî yê nemir,û me got.
Ji dûr hatin ji bo em te bibînin
Silav bidin û ayetekê li ser te bixwînin
Li ber gora te helbestekê bo te bixwînin
Tu şehîdê gelî te pir mezin dibînin.
Em hatin û di destê me de baqek gul heye
camêrî û rûmet her û her behra teye
bexçakî gula te çêkir û serkanî dilê teye.
Kurdistan azade nemir pîroz be ev keda teye.
Me berê xwe dab a rêberê xwediyê destanên mezin,
rêberê binav û deng,bejina bi şal û şapik,
rêberê ku dilê xwe ji çil melyon kurdan re vekir,
rêberê ku azadiya kurdistanê di dilê wî de ma û çavên xwe ji dîtina wê têr nekir,
ba yê ku li buheştê li dîwana şehîdan rûniştiye.

Micêwrê gora seydayê nemir,
Seydayê Abdulah ye ku ji bo bi xêrhatina mêvanan tim li ser lingaye
kalê bi şal û şapik,
yê ku bi helbestên melayê cizîrî mezin buye,
yê ku bi hestên helbestê dijî,
yê ku gulên kurdistanê li dîwana helbestê radixe,
yê ku jîrekiya şatrencê bi hestên helbestê dihûne.
Ew seydayê dev li ken,mêvan perwer û dil fereh,
ewe yê li dîwana nemir Mustafa Berzanî bi xêrhatina mêvanên wî dike,
min pir ji vî kalê dil ciwan hizkir û min pir dixwest ku ez bi rojan li dîwana wî rûnim û li şêraniya suhbeta wî guhdar bikim,
lê mixabin zemanê me yê kin nehişt ku em ji civata vî camêrî têr bibin.

Çûna me ya herema berzan di destpêkê de,
em ji hêla Serok û xebatkarên radiyo ya Herman birêz Faxir Alî(berpirsê radyoyê) û Helbestvan Semîr berzanî ve hatin pêşwazî kirin,
radioya Herman li gundê Bilê ye,bi rastî jî,em dibin marîfet û misafirperweriya van camêran de man,bera li min biburînin ez tu hevokan nabînim ku dilgermî,merdî û rûgeşiyan van camêran ji bo me bînê ziman,bi maresîm û xêrhatineke gerim,em ji hêla hemî xebatkarên radiyo ve hatin pêşwazî kirin,ev jî rastiya kurdperweriya xelkên devera berzan diyar dike.
Di destpêkê de em û hemî xebatkarên radiyo yê çûn xwaringeheke ku li ber rûbarê bû,xwarineke xweş û xizmeteke baş diyarkirin.
li ber wê xwaringehê pireke kevin hebû û dinav avê de hesinekî kevin û rizî ji bermayên pira kevin di nav avê de xweya dikir,
ez bawerdikim ku ev hesinê dinav rûbarê avê de zingar girtî,ji bermayê êrîşeke li ser wê pirêye.
Ji xwe tu deverê vê heremê nemane ku êrîş li ser nehatine kirin û dibin her kevirekî ji kevirên wan çiyan de, hestiyên kurdan wê werin dîtin û her bostek ji axa vê heremê xwîna zelal vexwariya.

Piştî xwarinê em vegeriyan radiyo û di bernama dîdar de bûn mêvan,
radiyo em li malên berzaniyan kirin mêvan,
me dengê xwe û sipasiyên xwe gihandin hemî devera Berzan,
êvarî jî hunermend Zubêr Salih di bernameyeke hunerî yên radiyo de bû mêvan û dengê binxet û kurdewariya binxetê gihand xelkên deverê.
Di wextê ku kak Zubêr di bernameyeke zindî de bû,ez bi arîkariya helbestvanekî

Hazim Muhemed Bilî û nivîskarê kurd Bubê Eser çûm serdana cihê zerdeştiyan,
yê bi navê zêremok ew nêzîkî gundê Bilê ye, xebatkarên radiyoyê bi vî navê dîrokî kovarekê derdixin,

Zêremok cihekî dîrokiye li ser girekî biçûk dimîne,gava ku roj derdikeve û heya herê ava roj dide gir,ji cuhikên di latê de dihat xweya dike,ku ev der berê koristanê zerdeştiyan bû, û li gor zaniyaran pêwiste gundê zerdeştiyan jî li dora gir,yan jî li ser girê li kêleka rê hebe.
Kak bubê Eser ew nivîskarkî kurdên bakurê kurdistanaye,li kurdistana azad dimîne ji bo nivîsandina romanekê,xwedê jê razî hekumeta herema kurdistanê hemî derfetên xwe li ber kak Bubê Eser vekirine ji bo serkeftina vî karê pîroz,her wiha ji hêla xebatkarên radiyo ya herman ve jî arîkarya wî tê kirin.
Berî em bighin herema Berzan,
em di bajarê amediyê re derbas bûn,
amadiya ku li serê girekî bilind,dîrokeke zindiye,

li kêleka rêya amediyê sulafên avê rewşeke tayîbet didin vî bajarê kevnar û deriyê keliha
amediyê yê ku dibe tabloyeke xewşike ji bo amediyê,
miriv di nav hestên nazik û tenik de dihûne,
Goristanê Amediyê dikeve pişta bajêr.di kêleka rê de,di vî goristanî de
hunermendê nemir Tehsîn Taha lê bicî bûye.

Ma çawa emê di ber vî mirovê xwedî keda mezin,xwediyê dengê xweş re derbas bin,bêyî ku em silavekê,ayetekê û ramusanekê nedin dêmên kêla bin serê wî.

Ev hunermendê ku bi salan xizmeteke zanistî ji bo çand û hunera kurdî kiriye.

Nemir Tehsîn Taha di sala 1941 ê de, li başûrê kurdistanê hatiye dinê û di 04.06.1995 an de,
li Holenda koça xwe ya dawî kir,wî zanîbû ku tenê cendekê wî di karê li xaka kurdistana azad rihet bibe.û niha jî li kurdistana azad li bajarê dîrokî Amediyê gora buheştî dimîne.
Goristana enfalê,ya ku bi hezaran kal û zarok,jin û bûk ,xort û zaveyên kurdistanê lê bi cîbûne
Di berbangeke hov de
184 hezar gul bi destên hovan qurmiçîn.
û di bêdengiyê de
184 hezar dil perçebûn.
Behsiyên hov
di dilê kurdistanê de
184 hezar hêvî kuştin.

Ew cihê ku jenûsîdê û hovîtiya dahakê bexdayê tîne bîra mirov,
cihê ku hêstirên dayikan tevlî rûbaran dibe,
cihê ku hîn li benda bi hezaran cendekên windaye.
ev kuştina mirovatiyê ye
ev mirina wek heviyê ye
ev jenosîda kurdayetiyê ye
ev enfala ji pirtûka hovaye
184 hezar gorên winda ne
Ev enfala,enfala kurdistane.

Me li goristana enfalê xwişkek kezeb şewitî dît, li ber gora xizmê xwe digriya,di riwê re xweya dikir di hinavê wê de kezeba wê perçe dibû û digot di sibeheke hov de bira û xwişkên me ji mal birin û ji hingî ve çûn û vengeriyan,
hîn li ber çavê mine kenê wan,
bêrî bûna riwê zarokan xweya dike.
û digot û digot û digot bi çavekî tijî hêstir û gewriyeke kelogirî.
tê bi ser kê de bigrî
kure û keçe,
bave û biraye,
dil û kezebe
buk û zavaye
hima bi ser min û xwe û wan de
bigrî û bigrî û bigrî
Ger berdewame
Xebat Şakir
11.11.2007 Hanover /Elmanya
xebatchaker@hotmail.com
Gera kurdistanê xeleka pêncemîn
( Kampa Mexmûr )
Penaberên ku di bin ala neteweyên yekbûyî de li ser xaka kurdistana azad dimînin,bi hêviya vegera gundên xwe.
ew gundên ku dibin potînên leşkerên tirkan de dimînin,
ew gundên ku bi hezarên sala bav û bapîrên wan ew di hêlana evînê de hejandin,
ew gundên ku ew bi dîlan,çîrok û stranên kurdî mezin kirine,
niha çavên wan zoq sekinî li benda vegerêye.
Penaberên ku li kurdistana azad dimînin,ew kurdistana ku îro di nav gefên melayên tehranê û şifqeyên mirinê yên Anqera û bablîsokên kîna Egalê de li ber xwe dide.
ew kurdistana ku ji bilî kurdan her kes li benda xwendina mirina wêne,
ew kurdistana ku egal û şifqe û şaşik ew bi agirê kînê dorpêçkirine.
Kurdistana ku bo wê bi sedhezaran can bûn diyarî,
Kurdistana ku Mehmûdê êzîdî di dilê xwe de mezin kir û bi xwîna xwe ya zelal avda,
Kurdistana ku ala Mihabadê hildide,
Kurdistana ku mele Mustefa dara azadiya wê bi hestên xwe avda,
Kurdistana ku îro sînga xwe ji pazdeh hezar kurdre vekiriye û li ber gefên kemalistan li ber xwe dide.
Penaberên ku heya niha 7 cih guhertine li ser xaka xwe,
penaberên ku bûn armancên êrîşên dijminê hebûna kurda,ji hêlekê ve û ji hêla din ve mar û dûpişkên bê ewle.
Penaberên ku ji berxwedanê newestin,
penaberên ku ji kaniya xîretê avê vedxun û ala rengîn li şehîdên xwe dipêçin,
ewin yên ku tucara şerê birayê xwe nekirin û ji bo azadiya serokê xwe diqîrin,
ewin yên bi keda xwe dibistanên kurdî avakirin,
ewin yên navê Xeyrî û Mezlûm li zarokên xwe kirin û
di dibistana şoreşê de mezin kirin.
Gelo mêvaniya yek şevê wê çiqas karibe mêvanperwerî û dilgermiya wan,êş û derd û azarên wan,keft û left û berxwedana wan bîne?.
Emê ji zarokên pêşrojê destpêbikin,
ew zarokên ku îro di dibistana berxwedanê de mezin dibin,
yên ku di dibistana kurdiya şêrîn de mezin dibin,
zarokên ku di çavên wan de azadiya kurdistanê dixwîne û belengazî diqîre,
ew zarokên dibistana amedeyîne û li mexmurê dixwînin,
li ber destên mamostên ku tenê ji bo kurdiya şêrîn dijîn,
mamosteyên ku bi rikin di pêşketina sîstema perwerdeya zarokên mexmurê de,
ewên ku ji ber destên wan bi sedan zarokên mexmurê di zankoyan de mezin dibin.
Weqfa Jinê:
Dayikên fedekar,dayikên berxwedanê ,
yên ku dibin gelek zor û zehmetiyan de zarokên xwe mezin dikin û kurdî ya şêrîn diyarî wan dikin û wan bi bi stran û lorîkan,bi çîrok û destanan û bi sema û govendên kurdî mezin dikin.
Dayikên ku di wextê xwe yê vala de,
li weqfa jinê xwedî derdikevin,li weqfa ku gelek karên ku bi destê jina kurd berê dihatin çêkirin,niha li wir çêdikin,
Bexçeyê zarokan:
Me çend stran û helbest li ber ken û lîstkên zarokên xwînî gotin,
armanca me konsêrteka mezin bû,lê rêveberiya kampê beryarek dabû ku di meha dehan de
tu şahî li kampê nêyên çêkirin,
ji ber vê me nikarîbû ku em konsêrtê li kampê çêkin,lê ji bo zarok û xebatkarên saziya jinanan me çend stran û helbest ji hestên xwe diyarî berxwedana wan kirin,diyarî kenê wan kirin.
Saziya şehîdan:
ya ku wêneyên bi sedan şehîdên serxwebûn û azadiya kurdistan bi dîwarên odeyên wê ve hatine dalqandin,navserekî ku du zarokên xwe kirine xelat ji bo kurdistanê,bi mere li odeya wêneyan digeriya,
me hinekî di ber dîmenên wan lehengên kurdistanê re li apê xwe guhdar dikir,li dilsoziya wî bi şehîdên kurdistanê re,
di wî wextê ku me li wêneyên şehîdan dinerî û li apê xwe guhdar dikir ,eletrîk hatbirîn,em mecbûr bûn ku gera xwe nîvco bihêlin û ber bi bexçê serok ve herin û li wan darên gula ku her sal di rojbûna serok de tên çandin binerin,ew bexçe bi destên zarokên mexmurê bi gula hatiya xemlandin.
Şaziya çand û hunerê:
saziya ku bi dehan ciwanên mexmurê di dilê xwe de hembêz dike,
saziya ku dîlan,şano û mûzîka kurdî bi destên ciwanan pêş dixe,
me berê xwe da ser
Dikê û me li cihên temaşevanan nerî,
yê ku ji bo konsert û şevên hunerî bi kevaran hatiye çêkirin,
mîna tabloykê ji kevirên mexmurê xemilîye,
li ser wê dikê em sekinîn hestekî bilind yê xwendina helbestê li ba min afrand,
ez dinava xeyalên konsêrteke mezin de hûnam,
di wî wextê ku tirkan gef li başûr û qendîlê di xwendin,
di wî wextê ku hevala dicle û hevalê zubêr diaxifîn bi hestekî bilind min berê xwe da dîwana temaşevanan û min bi dengekî bilind lê bêyî ku tu kes dengê min bibhîze min ev helbesta bi navê qendîla kurdan xwend.
Dîse gurên vemirandina qendîla welatê rojê
li ser sînga xaka sor dizûrin,
û di xewnerojakan de
darbesta qendîlê hildidin
ser milên şivqeyên mirinê,
ji bo cîhaneke
bê kum û kolos
bê şal û şapik
bê tok û xirqe
bê kofî û xeftan
li her derê gurên bi şivqe dizûrin.
Potînên hov û şaşikên mirinê
li ber bircên başûrê dil
gefên terqîn û yasîna
li ser mirina welatê rojê dixwînin,
lê li ber pirtûka çiyan têkdiçin,
û li hember destanan windadikin
qendîla başûr wê bimîne pencera ronahiyê
ji bo hersê hêlên dil.
Bi hezaran,
qendîl vêdikevin
sirûd bilinddibin
şal û şapik dibin xelekên ji agir
li dor başûrê dil,
û xecxecokên ku bi xwînê vebûne
li çiyayên bilind,
dibêjin;
hun karin me bikujin
lê hûn nikarin bi serkevin,
li hember berxwedana mezin,
ji ber li ser yek rêtimî
îro çil melyon dil dijenin.
Bi dengê hevala hevala dicle re helbesta min bi dawî bû û em ji ser dikê berê xwe da meydana sportê, li wir xort bi topê dilîsti.
Piştir me berê xwe da avahiya belediyê,
ya ku nû dihat avakirin ji bo xizmeta bajarokê mexmurê.
Mêvaniya me li mexmurê mîna xewnekê bû,ne me karîbû baş bigerin û ne jî zêde kesî bibînin,
êvarî li musafirxanê dayikeke navser rûniştî bû,meriv tucara ji axaftinên wê têr nedbû,
wê dayikê bi axaftinê xwe dayika min anî bîra min,bi henekên xwe,bi cidiyeta xwe û bi hestên xwe yên pir bilind,ez dinava xeyalên dîtina dayika xwe de çûm rojavayê kurdistanê gundê girxatunê û li wir di hembêza dayika xwe de rûniştim.
Wextê xewê em çûn malekê û li wir hinek dost û heval li me civiyan bi hinek helbest û stran me şevbuhêrka xwe derbas kir.
Roja din Katjimêr 10 ê sibhê me berê xwe da bajarê Hewlêrê,
Hewlêra ku li benda meye ku berê me bidê xerîbiyê.
Êvarî li hewlêrê me berê xweda keliha hewlêrê,

ew keliha ku di nîvê bajarê hewlêrê de mîna şemaleke pêketî dimîne
rewşeke taybet didê paytexta hêviyan,

li ber dergehê kelihê helbestek hat bîra min ji bo hewlêrê ev helbest xwend.
Paytexta gel tuyî stêrka bilind
hibira li ser avesta,zend
nemir berzanî li ser te xwend
can Hewlêr paytexta gelê min.
Stêrika li ezmanê bilind
pêşmerge ji bo ronî û find
ji bo kurda tê bibe navend
can Hewlêr paytexta gelê min.
Di dilê me de mabû hisret
ti bû awaz û strana binxet
ji bo kurda tu mal û serwet
can Hewlêr paytexta gelê min.
Tu evîna Xec û Siyamend
sirûda azadiyê te xwend
ji bo Kurda tu bû mom û find
can Hewlêr paytexta gelê min.
Piştî gera keliha hewlêrê me berê xwe da utêlê ba bavê ronî û çend xwendevanên rojavayê kurdistanê,nêzîkî du seatan me helbest û stran ji wanre gotin û piştir me berê xwe da ba karkerên kurdên rojava û bi wanre me şeva xwe heya dawiyê bi helbest û stran berdewam kir û ji wir me berê xwe da balefiorgeha hewlêrê,
du heftiyê gera me,di dilê me de cihekî xwe yê taybetî çêkir û kurdistana azad li dîwana dil paldayî ma.
Heta careke din,
hevdîtineke din,
hewlêra min,kurdistana azad tu bimînê dinav azadî û aramiyê de,
dinav xebat û pêşketinê de,
tu her bimînê li ber şemalên azadiyê,
tu bimînê payîtexta dilê xebat,xebatê vku ji te hizkir û wê hizkiryê te bimîne.
heta hevdîtineke din,
Dehoka dasina,
Şêxana mîrekan,
Zaxoka evînê.
Heya careke din bi hêviya ramûsanekê ji dêmên Silêmanî,Kerkûk,û Şingala birîndar,
hûnê di dilê xebat de her bimînin şemal.
Spasiyeke gerim ji bo Xebatkarên bingeha Laliş ya dehokê û tayên wê.
Sipasiyeke gerim ji bo dostê hunermenda seydayê Tehsîn kemeklî.
Sipasiyeke gerim ji bo nivîskarê me yê giran buha Hesen Silîvanî.
Û spasiyeke gerim ji bo Ahmed sîno û hemi kesên ku li kampa muqublê dimînin.
Spasiyeke gerim ji bo dostê hêja Dr.Xeyrî helbestvanê hest tenik.
Spasiyeke gerim ji bo xebatkarên radyoya dohkê.
Spasiyeke gerim ji bo xebatkarên radio ya Herman ya herema berzan.
Spasiyeke gerim ji bo hemi heval dostên ku arîkarya me kirin di gera kurdsiata azad.
û spasiyeke gerim ji dilekî gerim ji qendîla kurdare û ji wan buk û zaveyên kurdistanê yên ku ji bo azadiya me tekoşînê didin.
Û spasiyeke gerim ji zarokê binxetê re yên ku hêlîna xwe di sînga gara de çêkirine.
Dibe min nave hinek heval û dostan jibîr kiribe bere li min biburînin.
Dawiya gera me li Kurdistanê.
Xebat Şakir
13.11.2007 Oldenburg /Elmanya